• DOLAR 32.541
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2433.98
  • ...
Yalçin: Bila zalim bi şikleke herî giran werin cezakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

221 kesên ku di bergeha doza bûyerên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li Karargaha Sererkaniyê qewimîn de hatin girtin îro derketin hember hakim. Ji van 221 kesan 38 kes endamê Konseya Sulhê ya li Welêt in.

Li Sîncana Enqerê ji rexekî ve mehkemê tê dîtin û ji rexê din ve jî li ber devê mehkemê daxuyanî tên dayîn. Ji teref Memûr-Senê ve li ber avahiya mehkemê di derbarê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

“Em dixwazin bila zalim bi şikleje herî giran bên cezakirin”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmayên ‘Ji Zaliman re rehmet, ji wetan re îxanet e’ û  ‘Qatil FETO û Hevkarê wî NATO’ hatin avêtin û dû re Serokê Giştî yê Memûr-Senê Alî Yalçin wiha got: “Ew emanetên şehîd û xaziyên me emanetên me ne. Doza wan doza me ye. Niha wext wextê xwedîderketina li emanetê ye. Em li emaneta xwe xwedî derdiekvin.  Em dibêjin ji bo zaliman bijî cehennem û xwedî li doza xwe derdikevin. Em dixwazin bila zalim bi şikleje herî giran bên cezakirin. Bila ji FETO, ji mîmarên pey wan, destekvanên wan  û ji têtîkkêşan hisab bê pirsîn.Em ê şeva 15ê Tîrmehê  ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir