• DOLAR 32.375
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.621
  • ...
221 bersûcên ku ji FETO hatibûn girtin derdikevin hember hakim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di bergeha doza bûyerên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li Karargaha Sererkaniyê qewimîn de 221 kesên ku hatin girtin îro derdikevin hember hakim. Ji van 221 kesan 38 kes endamê Konseya Sulhê ya li Welêt in.

Ew ê niştin li Kampusa Girtîgeha Sîncana Enqerê ya ku kapasîteya wê hezar 558 kesane ye bên dîtin.  Ew ê generalên kevin Akin Ozturk, Mehmet Partîgoç , Îlhan Tanu  û 35 kesên din ji wan bersûcên din bi şikleke cuda bînin salona mehkemê.

Di dema ku bersûc bên ew ê ji endamên çapmeniyê re destûr neyê dayîn ji bo dîmen bên girtin an jî vîdyo bên kişandin.

Di îddîanameya ku Fethullah Gulen tê de şikdarê sereke ye di derheqê Gulen û 37 endamên Konseya Sulhê ya li Welêt re ji her yekî ji wan re  2 hezar û 998 car cezaya muebbet tê xwestin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir