• DOLAR 32.583
  • EURO 34.715
  • ALTIN 2491.92
  • ...
Şehîdên Gêra Cafer hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref PKKê ve ji sala 1990î vir ve li Gundê Gêra Cafera Kerborana Mêrdînê 15 Misliman hatin şehîdkirin. Mislimanên ku hatin şehîdkirin li ser qebrê xwe ji teref naskirî û hezkiriyên wan ve hatin bibîranîn. Di mala şînê ya gund a ku lê bername hat tertîpkirin de sûretên 15 Mislimanên ku ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin hatin daleqandin.

Bername di seat 13.00an de  bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.  Remezan Tokdemîrê ku bavê wî jî hatiye şehîdkirin  axavtina destpêkê kir. Piştî axavtina xwe vekirinê  ji teref Selamî Altun ve Mewlûda Şerîf ve hat xwendin û dû re ji teref naskiriyên şehîdan ve ji kesên mêvan re xwarin hat dayîn.Piştî xwarina ku hat xwarin re bi şikleke girseyî qebra şehîdan hat ziyaretkirin.

“Ji roja ku benî adem hatiye dinyayê vir ve micadeleya heq  û batilê dest pê kiriye”

Mela Osman Teyfurê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bûbû di bernamê de destnîşan kir ji roja ku benî adem hatiye dinyayê vir ve micadeleya heq  û batilê dest pê kiriye û dû re wiha li axavtiana xwe zêde kir: “ Di vê micadelê de gelek kesên ehlê îmanê gelek qurban dan û her wiha ehlê şeytên jî gelek qurban dan. Kî ji bo doza xwe zêdetir fedakarî kiribe  û zêdetir xizmet kiribe  û her wiha kî zêdetir zêdetir wextê xwe ji bo doza xwe xerc û mesref kiribe ew xalib û muxaffer dibe. Dema ku ehlê heq xwe di oxira Xweda de qurban didin tiştê herî maqbûl a di qeta Xweda de dihilbijêrin. Lê dema ku ehlê şeytên di oxirê şeytên de canê xwe feda dikin  him dinya û him jî axreta xwe heba dikin.”

“Dema ku em ketin xefletê ew ê dîn û îmanê me, can û malê me, şeref û izzetê me tarûmar bikin”

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir  li ciheke ku lê zehmetî û fedakarî tunebe lê doz nameşe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek him ji bo dozên heq û him jî ji bo yên batil derbas dibe. Dema ku em li ser qebrên şehîdan kom dibin em qala  fedakarî û qehremantiya wan dikin. Îro ji şehîdan zêdetir em qala xwe bikin.”

“Ger her yek ji me xwe bikşîne koşekê û bi nimetên dinyayê bixapin em ê bikevin xefletê”

Ger em digel hev bimeşin ew  doza me jî bimeşe. Ger her yek ji me xwe bikşîne koşekê û bi nimetên dinyayê bixapin em ê bikevin xefletê. Ew neyarê me yê ku xedar e jixwe li benda vê yekê ye. Dema ku em ketin xefletê ew ê dîn û îmanê me, can û malê me, şeref û izzetê me tarûmar bikin. Ji ber vê yekê  em bi wan birayên xwe yên ehlê dozê ne re bin. Ji bo ku em nesîhet û şîretan li hev bikin divê em werin bal hev. Ew milletên ku di rêya Xweda de nebûne yek û di doza Xweda de sistî kirine  dûçarî musîbet û belayan bûne. Ji ber vê yekê divê em hemû li doza şehîdan xwedî derkevin. Divê zarokên şehîdan xwedî li doza bavên xwe derkevin. Pêwîst e micadeleya wan bidomînin. Divê dostên bavên xwe ji xwe re bikin dost û divê dijminên bavê xwe jî ji xwe re wek neyar bibînin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir