Ji Koreya Bakurceribandina mûşeka balîstîk
Koreya Bakur li herama ku li bakûrê Pyongyanga patyexta Koreyê yeceribandina mûşeka balîstîk kir.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Sererkaniya Giştî yê Koreya Başûr ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat diyarkirin ew ‘mûşeka ku nehatiye naskirin’ ji nêzî herama Puckhangê hatiye avêtin û nêzî 500 kîlometre li hewayê maye.
Di berdewama daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Sererkaniya Giştî yê Koreya Başûr ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ‘Artêşa me wan nîşaneyên provakasyonê yên artêşa Koreya Bakur ji nêz ve taqîb dike.
Ji ber ceribandina mûşekê, Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in bang li konseya ewlehiyê ya neteweyî kir da ku li Qesra Şîn kom bibin.
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir heya wan ji wê ceribandina mûşeka balîstîk heye.
Japonya ji ceribandina mûşeka balîstîkî re bertek nîşan da û hat diyarkirin mûşeka ku hatiye ceribandin ketiye Behra Japonyayê, lê sehaya egementiyê ya Japonyayê îhlal nekiriye. Di daxuyaniya ku ji teref Japonyayê ve hatiye dayîn de her wiha hat diyarkirin ev ceribandin tê maneya îhlakirina qerarên Neteweyên Yekbûyî.
Ji teref Koreya Bakur ve ceribandina mûşeka balîstîkî bû sedem ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Neteweyê Yekbûyî jî ji rewşê re bertekeke tund nîşan bidin.(ÎLKHA)