• DOLAR 32.562
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2430.275
  • ...
Ji Herema Kurdistanê banga alîkariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hoşeng Muhammedê Midûrê Giştî yê Navenda Birêveberiya Qeyrana Hevpar a li Herema Kurdistanê ye  di daxuyaniya ku di derbarê kampên penaberan de da de destnîşan kir  di kampan de di serî de mişkîleyên mîna av û ceyranê û her wiha gelek problemên bi vî awayî mezin hene. Muhammed ji ber van mişkîleyên mezin bang li saziyên alîkariyê yên navneteweyî kir.

Hoşeng Muhammedê ku ji Rûdawê  re axivî wiha got: “ Di gelemperê kampan de  mişkîleyên mîna av, ceyran û germahiyê hene. Ev yek dibin sedemên mişkîleyên mezin.”

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Wezarata Penaberên a Iraqê  ji bo daxwaza me ya tehsîskirina klîmayên avê bersiveke erênî da, lê ji ber ku  av û ceyran tuneye ev klîma nikarin bixebitin. Ev mesele ne tenê  di kampên li derdora Misûlê bi heman awayî  li derdora Kurdistanê jî hene.  Ji wan 49 kampên li Kurdistanê li 47an penaber dimînin. Li hemiyan jî mişkîleya av û ceyranê heye. Ji ber vê yekê em ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn teleb dikin.”

Di operasyona Misûlê ya ku di 17ê Cotmeha sala 2016an dest pê kir de heta îro zêdetirî 760 hezaran kes bajêr terk kirin  û ji van kesên ku Misûl terk kirine 188 hezar kes xwe spartin Herema Kurdistanê. Li gelemperê Herema Kurdistanê nêzî milyonek û 800 hezar penaber û koçber hene.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir