• DOLAR 32.378
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2325.61
  • ...
Malbata Sûriyeyî ji bo zarokên xwe yên astengdarli benda alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Malbata Şerîfî tev de 11 nefs in û berî vê 4 salan ji Cerablûsa Sûriyê ji ber şerê nevxweyî ya li welêt ji naçarî hat Entabê. Ji 9 zarokên malbata Sûriyeyî 3 zarokên bi navê  Muhammed, Alî û Imen  astengdar in.

Hasan Şerîfê mezin malbatê ye û nexweşiya helîna hestûyan pê re heye û nikare bixebite  di derbarê mijarê de diyar kir  tenê lawekî wî dixebite û ew hewil didin bi arîkariya cîran û saziyên arîkariyê debata xwe bikin. Şerîf dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em hatin Tirkiyê  nêzî heftiyekê em li sînorê man û me gelek eziyet kişand. Piştî ku me sînorê derbas kir heta ku me ji xwe re malek dît li ba naskiriyên xwe man. Ev mala ku em lê dimînin kirêya wê 350 TL ye. Em debara xwe  bi alîkariya xêrxwazan dikin.”

 “Em bi wan alîkariyên ku xêrxwaz didin me heqê kirêya mala xwe didin”

Şerîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir rewşa wî ya maddî nebaş e û bi zorê debara xwe dike. Şerîf dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji dema ku em ji Sûriyê hatine ve em di vê xaniyê de dimînin. Ev der jî dike ku xera bibe. Em bi wan alîkariyên ku xêrxwaz didin me heqê kirêya mala xwe didin. Dema ku em ji vir derketin em ê çi bikin em nizanin. Lewra di mal de tenê lawekî min dixebite û ez jî nexweş im û nikarim bixebitim.”

“Ez dixwazim bila ji van zarokên min re alîkariyê bikin”

Şerfî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew di nav zehmetiyan de dijîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Min zarokên xwe yên nexweş bir nexweşxanç. Heyva Sor ji min rapor xwest. Me van raporan da Heyva Sor, lê belê hêj bersiv ji me re nehatiye dayîn. 2 lawên min hêj dema ku hatin dinyayê astengdar in û çavên wan nabîne û qizeke min jî di nav dest û piyan de ye û nikare rabe ser piyan. Ez dixwazim bila ji van zarokên min re alîkariyê bikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir