• DOLAR 32.564
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2410.94
  • ...
 "Heta ku me qelban fetih nekir me dest neda sûrên Diyarbekirê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Miftîtiya Diyarbekirê ve ji ber minasebeta 378emîn salvegera fetha Diyarbekirê konferanseke bi navê ‘Deriyê Ewil a Anatoliyayê ya ku ji Îslamê re vebûye  Bajêra Sehabî û Nebiyan Diyarbekir” hat tertîpkirin.

Gormez di axavtina xwe ya ku di konferansê kir de destnîşan kir  sehebî heta ku qelban fetih nekirine dest nedane sûrên Diyarbekirê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo ewladên medeniyeta Îslamê ya Anatoliyayê 3 dîrok muhîm in. A yekem sala 639a ku lê Diyarbekirê deriyên xwe ji Îslamê re vekiriye, ya duyemîn  1071a ku Zafera Melêzgirtê ye û ya sêyemîn jî  ji teref Fatîh Sultan Mehmetê ku telebeyê Mela Goranî ye ve fetihkirina Stenbolê ye. Ger fetha Diyarbekirê nebûbana dê  zafera Melêzgirtê jî nebûba. Ger Mêlezgirt nebûbana ew ê Stenbol jî nebûbana. Hinek bajarên ku xulaseya dîroka temamê însanan e heye ku yek ji wan jî Diyarbekir e. Diyarbekir navendek  ji wan navendên ewil ên medeniyeta tewhîdê ye.”

 “Heta ku me qelban fetih nekir me dest neda sûrên Diyarbekirê”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir  peyv û têgihiştinên îşxal û dagirkeriyê ne yên medeniyeta Îslamê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra fetha muhîm fetha qelban e. Fetha esil ne ya sûr û kelehan e. Hemd ji Xweda re em çûbûn kû derê dinyayê em nebûna îşxalker. Heta ku me qelban fetih nekir me dest neda sûran û di dema wê fethê de me neheqî li tu kesî nekir. Me bela xwe kesên extiyar û kesên alimên dinên din ên ku îbadetên xwe dikin neda. Tewsiya Resûlê Xwedê ev e.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir