• DOLAR 32.528
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2422.931
  • ...
Serokê Goranê jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Heraketa Goranê yê ji partiyên Kurdistana Iraqê di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Heraketa Goranê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  Noşîrwan Mistefayê ku nexweş bû li Sileymaniya bajêra Kurdistana Iraqê jiyana xwe ji dest da.

Mistefa ev nêzî salekî bû ku li Londraya Îngîltereyê dihat tedawîkirin.

Neşîrwan Mistefa kî ye?

Neşîrwan Mistefayê ku di sala 1944an de li Sileymaniyê ji dayik bû û perwerdehiya xwe ya dibistina destpêk û navînê li Sileymaniyê xwend. Mistefayê ku di sala 1967an de ji Fakulteya Zanyarên Siyasî ya Zanîngeha Baxdayê mezun bû  di destpêkên salên 70yî de li Ewusturyayê lîsansa bilind kir. Neşîrwan di 1960an de gava xwe ewil avêt qada siyasetê û beşdarî Yekîtiya Xwendakarên  Kurdistanê bû. Di sala 1963-64an de bû endamên lijneya birêvebiriyê.

Mistefayê ku di sala 1967an de endamê Teşkîlata Bajêr a Sileymaniyê yê KDPê bû  ji wan endamên damezrînêrên eslî yên YNKê bû.

Neşîrwan di sala 2009an de partiya Goranê damizrand.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir