• DOLAR 32.524
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2429.13
  • ...
 'Heremên taybet ên bi ewlehî' gundiyên ku heywanan xwedî dikin bifikar dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hat ragihandin ji ber operasyonên ku li çoltera Rojhilat tên lidarxistin  ‘heremên taybet ên bi ewlehî’ tên lidarxistin ku ev yek jî kesên ku heywanan xwedî dikin û heywanên xwe li zozanan diçêrenin mexdûr dike.  Kutbeddîn Kayayê ku li Gundê Kizwaka Tatwanê  heywanan xwedî dike di derbarê mijarê de diyar kir zozan û mêrgên gundê wan zehf e; lê belê ew ji ber ‘herema taybet a bi ewlehî’ nikarin heywanên xwe bibin zozanan.

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gundê wan ji zêdetirî 6 hezarî pez heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo heywanan av jî tuneye. Li gund ji bo heywanan 16 hezar donim mêrg heye. Lê belê destûr nadin ku em heywanên xwe derxînin zozanan. Hemû derê me qedexe kirine. Em xwediyên heywanan di haleke zehmet de ne.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Ger zozan serbest bûbana, ew ê pereke baş ji karê heywanan hatibana. Îro kîloya pênîr 15-20 TL ye. Bihaya heywanekî/ê hezar tl ye. Li vê derê mêrg û çêrgeh gelek zêde ne, lê belê em nikarin heywanên xwe li van deran biçêrenin.  Ger îro ava me hebana û mêrg neqedexebana tu zehmetiya me nedima. Em di van şertan de ne dikarin heywanan bifiroşin ne jî wan bifiroşin. Ger em bifiroşin em ê debara xwe çawa bikin? Av tuneye ku em erdan biçînin. Em perîşan bûne.”

Şivanê bi navê Celal Koçak jî di derbarê mijarê de diyar kir karê şivantiyê kareke baş e, lê belê ji ber ku  ew nikarin heywanên xwe bibin mêrg û çêrgehan bi gelek mişkîliyan rûbirû dimînin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir