• DOLAR 32.56
  • EURO 34.896
  • ALTIN 2437.08
  • ...
 "Tu siyaset ji sekinandina xwîna ku li Sûriyê diherikene girîngtir e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Reyhanliya Hatayê ji teref ÎHH û RAFa saziya alîkariyê ya Qatarê ve Navenda Jiyanê ya Zarokan hat vekirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu  beşdarî vekirina vê navendê bû. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e.

 “Tu siyaset ji sekinandina xwîna ku li Sûriyê diherike ne girîngtir e"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji bo şerê navxweyî ya Sûriyê zêdetir dirêj nebe divê hemû kes tiştên ku ji destên wan tê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e. Înşallah ew ê ev yek li ser qencî û teqwayê be ku ger ev bibe û ummet vê yekê biştexile ez bawer dikim ku em ê mişkîleyên di nav xwe de em ê bi xwe çareser bikin. Bi vî awayî sekinîna xwînê ne dûr e. Tu kes bi cihên ku di destên wan de ye yan jî bi heqdarbûnên xwe nikare bigihije derekê. Beriya hemû tiştî divê ew xwîna ku diherike bê sekinandin. Beriya hemî tiştî divê ji bo ew şerê navxweyî ya li Sûriyê zêdetir dirêj nebe divê hemû kes hewil bide û tiştên ku ji destên wan tê bikin. Ger sukunet çêbibe û xwîn bisekine wê demê ez bawer dikim ku ew ê temamê meseleyên me bên çareserkirin. Tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir