• DOLAR 32.603
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2503.163
  • ...
Pîreka ku dayika 8 zarokan e hat xapandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sabîha Malkoça  50 salî ya ku li navçeya Îpekyoluya Wanê dijî û dayika 8 zarokan e ji bo meaşê mêrê xwe yê ku miriye bikşîne çû bankê. Malkoça ku ji bo kişandina pereyan çû bankê ji teref xortekî ku bi hinceta alîkariyê hat balê ve hat xapandin.

Malkoça ku hat xapandin di derbarê mijarê de diyar kir tu dahata wê tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew pereyên min ên ku ji min standin ên zarokên min bûn. Min apê zarokan ji bo ku pere bikşîne bi xwe re bir. Me kartê têxist ATMê, lê problem derket. Ji me xwestin ku em biçin ji hundir bipirsin. Ji ber ku nasnameya min ne bi min re bû ji me re gotin ku sibe werin rajin pereyên xwe. Piştî wê rojekê bi rojekê ez û lawê xwe çûm bankê, lê ji min re gotin ku kart ne bi me re ye. Me pirsa pereyên di hisaba xwe de kir, lê ji me re gotin ku pere di hisabê de tuneye.”

 “Xweda li ba wan nehêle”

Malkoç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hezar û 300 lîreya ku dahata zarokên wê ne hatine dizîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “8 zarokên min hene, ji van 5 zarokên min diçin mektebê. Mêrê min rehmet kir û zarokên mkin hêj hûr in. Tiyê min li zarokan xwedî derdikeve. Xweda heqê me li ba wan nehêle. Ji ber ku rewşa me nebaş e însan zekat û fîtreyên xwe didin zarokên min. Tenê ev dahatyûya me, ji bilî vê yekê tu tiştî me tuneye.”

Yusuf Malkoçê ku tiyê Sabîha Malkoç e û pê re ji bo kişandina pereyan çûye bankê û di derbarê mijarê de wiha got: “ Min kartê têxist ATMê û mişkîle derket. Xortek li pey min hebû.  Haya min jê tunebû û hat alîkarî ji min re kir. Dû re ATM hişyarî da. Wî xortî ji min re got ku here meselê ji hundir bipirse. Em jî çûn hundir û me pirsa meselê kir. Wezîfedarên bankê ji me re gotin ku sibe werin rahijin karta xwe. Roja din em çûn bankê ji me re gotin ku kart tuneye. Jinbirê min  rewşa wê nebaş e û mêrê wê wefat kiriye.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir