• DOLAR 32.561
  • EURO 34.923
  • ALTIN 2432.783
  • ...
Yapicioglu beşdarî vekirina Navenda Jiyanê ya Zarokan bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Reyhanliya Hatayê ji teref ÎHH û RAFa saziya alîkariyê ya Qatarê ve Navenda Jiyanê ya Zarokan hat vekirin. Di destpêka vekirina bernamê de Serokê Giştî yê IHHyê Bulent Yildirim destnîşan kir  bi yetîman mijûl bûn û li wan eleqe nîşandan meseleya nesîbê ye.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu  beşdarî vekirina vê navendê bû. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir şerê navxweyî ya li Sûriyê ji bo zarokan bû sedema bobelatan û wiha got ‘ Xwezî ji bo ev zerokên me yetîm nemabana me zêdetir hewil dabana.’

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ji IHH û RAFa saziya alîkariyê ya ku keda wan di vekirina vê bernamê de heye re teşekur kir û wiha got: “ Di rojeke wisa xweş de  xîtabkirina ji komeke bijarte re ji bo min serbilindî û rûmet e.  Nexasim jî ev civîna me ji ber ku ji bo yetîman be wê demê di bernameyeke wisa de ji xelkê re xîtabkirin ji bo min bi rastî jî  şerefeke mezin e û kahniya bextewariyê ye. Ez ji wan kesên ku keda wan di vekirina vê tesîsê de heye re teşekur dikim. Ez ji Xweda niyaz dikim ku ev amel li qata Wî meqbûl bin.”

 “Xwezî me zêdetir hewil dabana da ku ev zarok yetîm nemabana”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê yetîman de wiha got: “Em muntesîbê dîn û ummeta Pêxemberekî wisa ne ku ew, eziyet û tehdayiya ku dê li yetîman bê kirin û ji bo yetîm bên têrkirin nekirina teşwîqan wek tekzîbkirina dîn wesfandiye. Di ya rastiyê de em tiştên ku aîdî yetîman in didin wan. Xwezî me karibana zêdetir tiştî dabana wan. Xwezî me zêdetir hewil dabana da ku ev zarok yetîm nemabana. Xwezî em zêdetir hewildabana ev şerê ku li Sûriyê ev 6 sal e berdewam dike  dabana sekinandin.”(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir