• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Îranî îro diçin ser sindoqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê îro li Îranê 12emîn hilbijartina serokkomartiyê bê kirin, Îranî ji ber vê yekê ew ê biçin ser sindoqan û ew ê dengên xwe bavêjin.

Hat ragihandin li Îranê dê 56,6 milyon welatî deng bavêje û di hilbijartinan de 2 jê reformîst û 2 jê muhafazakar tev de 4 kes namzediya xwe di hilbijartinên serokkomartiyê de danîne.

Ger di encama hilbijartinan ji namzedan kesek ji ser sedî 50 deng nestîne ew ê 2 kesên ku herî zêde deng standine di tûra duyemîn de bikevin pêşbirgê.

Di daxuyaniya ku ji teref rayedaran ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  hilbijartinên ku îro tên kirin ew ê tev de ji 29 welatan ji teref 119 endamên çapemeniyê ve bên şopandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir