• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Gundiyên ku ava wan hat qutkirin ji DEDAŞê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di serî de  li Hezexê û li 2 bajarok û 84 gundên ku girêdayê Şirnexê ji ber ku ji teref DEDAŞê ve ceyranên pompeyên avê hatin qutkitin welatî bêav man. Ji ber bêavmayînê û ji ber qutkirina ceyranê gundî ji rewşê re bertek nîşan dan.

“Em wek şertên û mercên berî vê 20 salan avê temîn dikin”

Mehmet Selîm Karaynirê ku li gundê  Filfêlêya Hezexê dijî di derbarê mijarê de diyar kir ev 7 roje ku li gund av nayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her wiha li 2 bajarok û 66 gundên girêdayê Hezexê jî av nayên. Kes nayê salyacên pompeyên avê naxwîne, hema li gor xwe faturayê dinivîsînin. Heta niha hişyarî jî neçûbû tu derî. Wan rojên borî muxtar û rayedarên DEDAŞê li hev civiyane. Muxtaran xwestiye ku deytnên wan ên kevin bên betalkirin, lê DEDAŞ vê yekê qebûl nekiriye. Digel heqê faturê faîza wê jî teleb dikin. Berî vê 2 salan li gundên me heqê faturê 340 hezar TL hat. Li vê heremê tu kes nikare ew qas pereyî bide. Ev heftiyek e ku avên me nayên. Em wek şertên û mercên berî vê 20 salan avê temîn dikin. Ev eybeke mezin e.”

 “Divê dewlet destûr nedî ku em di nav van mişkîleyan de bijîn”

Feyzullah Aşkinê ku ehlê gundê Xirabêripin e  destnîşan kir ji wan re hişyarî nehatiye kirin û ceyrana wan hatiye birîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mişkîleya me ya avê heye. Nêzî 300-400 hezar TL faturaya ceyranê hatiye. Gundî nikarin heqê vê faturê bidinç Ev heftiyek e ku ava me tuneye. Remezan jî nêz dibe. Em teleb dikin bila rayedar ji vê yekê re çareseriyekê bibînin. Derfeta hinek gudniyan heye û bi tankerên avê ji xwe re avê temîn dikin. Ji ber ku ji sedî 82 astengdar im nikarim avê temîn bikim. Divê dewlet destûr nedî ku em di nav van mişkîleyan de bijîn.”

 “Em bi heywanan diçin ava xwe tînin”

Nefîse Ozalpa ku diyar kir ev heftiyek e ava wan tune ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ji xwe û ji bo heywanên xwe hewil didin avê bînin. Em ditirsin zarokên me têkevin çalê. Heyat ji me re nemaye. Em ji rayedaran alîkariyê teleb dikin. Li pêşiya me Remezan heye û em ê perîşan bibin. Em di vî zamanî de weke berî 30-40 salî bi heywanan ji bîran avê dikşînin.”

Kesa bi navê Hanîfe Aşkin jî di derbarê mijarê de gazin û giliyên xwe anî zimên û diyar kir Divê Misliman li Misliman vê yekê neke.(ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir