• DOLAR 32.57
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2489.872
  • ...
Qizîka biçûk a Sûriyeyî him giriya û him jî giriyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Walîtiya Entabê, ji teref Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê û ji teref Navenda Ciwaniyê ya Malbat û Jinan  ve  li Entabê ve  bernameyeke bi navê ‘Danasîna Projeya Navenda Piştgiriyê ya Psîkososyal a Sodesê’ hat tertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de qizîka 12 salî ya Sûriyeyî  helebsteke bi navê ‘ Li Sûriyê lîstok û mektebên em hebûn û dû re ji nişka ve herb dest pê kir, hemû tiştên ku em jê hez dikin çûn’ xwend. Ruha Hasana ku di bernamê de helbest xwend him giriya û him jî kesên temaşakar giriyand.

Hasan Ruha di helbesta xwe ya ku xwend de wiha got: “Li Sûriyê lîstok û mektebên em hebûn û dû re ji nişka ve herb dest pê kir, hemû tiştên ku em jê hez dikin çûn. Em ê cardin vegerin welatên xwe û em ê wê cardin wê înşa bikin. Ez tenê vê yekê nabêjim. Hemû zarok vê yekê dibêjin. Belkî rojek herb xelas bibe em ê jî li Helebê weke ku we me kiriye mêvan e em ê jî we bikin mêvan.”

Ruha Hasan dema ku vê helbestê xwend giriya û kesên li wê derê jî bi wê re giriyan.

Ehmed Çelîkê Miftiyê Bajêra Entabê  di bernamê de axavtinek kir. Çelîk di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir  pêdiviya Mislimanan ji yekîtî û digelheviyê re heye û wiha got: “Em bedela  bêîmarî, bêeleqetî û bedela birçûbûna manewiyatê didin.”

Bername bi kirina diayan bi dawî bû.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir