• DOLAR 32.585
  • EURO 34.861
  • ALTIN 2495.217
  • ...
Otobûsa rêwiyan li TIRê qelibî: 2 mirî 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Depa navçeya Xarpêtê  otobuseke rêwiyan û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Xarpêt-Çewlîgê pêk hat. Hat diyarkirin otobusa bi plaqeya 34 ZZ 6516 a ku ajokarê wê Muzaffer Ustun bû û TIRa bi plaqeya 33 FH 380 a ku ajokarê wê Zafer Apalik bû li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir