• DOLAR 32.599
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2496.244
  • ...
Hejmara kesên ku li Yemenê ji ber nexweşiyakolêrayê mirin derket 180yî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyaniya ku li Newyorkê di derbarê mijarê da de destnîşan kir hejmera kesên ku li Yemenê ji ber êşa kolêrayê jiyana xwe ji dest dane derket 180yan.

Dujarrîc di berdewama axavtina xwe de diyar kir tê texmînkirin ku li Yemenê halê hazir nêzî 14 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine.

Dişema borî ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê ve hatibû ragihandin ji ber nexweşiyê 125 kes jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar  kes jî bi vê nexweşiyê ketine.

Li Sanayê ji ber nexweşiyê rewşa acîl hat îlankirin û  li gor daneyên NYyê li heremên ku kolêra rû daye nêzî 7 milyon û 600 hezar kes dijî. Li Yemenê sala borî ji ber ava vexwarinê ya paqij nexweşiya kolêrayê rû dabû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir