Meha Remezanê kengî dest pê dike?
Meha Remezanê ya ku meha herî dawî û ya herî muhîm a sê mehan e çi qas nêz dibe ew qas jîMisliman pir kêfxweş û bextewar dibin. Başe, gelo ma meha mibarek kêngî dest pê dike?
Ji wê meha Remezanê ya ku meha herî mûhîm a sê mehan e û tê de Qur’ana Kerîm nazil bûye re çend rojên jimartî ma. Ji ber ku çend rojên jimartî ji meha Remezanê re maye Misliman ketin nava kelecaneke şêrîn û latîf.
Tê riwayetkirin ji ber ku di meha Remezanê de gunah tên efûkirin ji vê mehê re ev nav hatiye dayîn. Ev meh li gor teqwîma Erebî û Qemerî 9emîn meha teqwîmê ye.
Ew meha Remezanê ya ku Misliman bi çar çavan li benda wê ne di 27ê Gulanê de dest pê dike û ew ê Eyda Remezanê jî di 25ê Hezîranê di roja Yekşemê de bê îhyakirin.
Ayet û hedîsên di derheqê Meha Remezanê de
Xweda di Qur’ana Kerîm de di derheqê Meha Remezanê de wiha dibêje:
“Ey ew kesên ku îman anîne! Ji bo hûn karibin xwe ji li ber Xweda rabûnê mihafeze bikin rojî wek kesên berî we li ser we jî hat ferzkirin.”(Beqera-183)
“Meha Remezanê ew meha ku lê Qur’an hatiye nazilkirin e ku ew Qur’an rê nîşanî însanan dide û di nav xwe de ji bo ji hev veqetandina tiştên rast û xwar delîlên eşkere dihewîne. Naxwe ew kesên ku Meha Remezanê îdrak dikin bila di wê mehê de rojî bigrin…”(Beqera-185)
Pêxemberê me Hz. Muhammed jî di derheqê Meha Remezanê de wiha dibêje:
“Dema ku Meha Remezanê dest pê dike deriyên Cennetê vedibin, deriyên cehennemê tên girtin û şeytan jî tên zincîrkirin.”(Muslîm )
“Ger kesekî/ê bi rojî dev ji derew û karên derewan bernede tu pêdiviya Xweda bi birçîbûn û tîbûna wan kesan tuneye.”(Buharî)
“Rojî bigrin. Bêşibhe rojî li hember agirê cehennemê û li hember musîbet û neqenciyên dinyayê mertal e.”(Camî’us Sagîr)(ÎLKHA)