• DOLAR 32.548
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2436.705
  • ...
Meha Remezanê kengî dest pê dike?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji wê meha Remezanê ya ku meha herî mûhîm a sê mehan e  û tê de Qur’ana Kerîm nazil bûye re çend rojên jimartî ma. Ji ber ku çend rojên jimartî ji meha Remezanê re maye Misliman ketin nava kelecaneke şêrîn û latîf.

Tê riwayetkirin  ji ber ku di meha Remezanê de gunah tên efûkirin  ji vê mehê re ev nav hatiye dayîn. Ev meh li gor  teqwîma Erebî û Qemerî 9emîn meha teqwîmê ye.

Ew meha Remezanê ya ku Misliman  bi çar çavan li benda wê ne di 27ê Gulanê de dest pê dike  û ew ê Eyda Remezanê jî di  25ê Hezîranê di roja Yekşemê de bê îhyakirin.

Ayet û hedîsên di derheqê Meha Remezanê de

Xweda di Qur’ana Kerîm de di derheqê Meha Remezanê de wiha dibêje:

“Ey ew kesên ku îman anîne! Ji bo hûn karibin xwe ji li ber Xweda rabûnê mihafeze bikin rojî  wek kesên berî we li ser we jî hat ferzkirin.”(Beqera-183)

“Meha Remezanê  ew meha ku lê Qur’an hatiye nazilkirin e ku ew Qur’an rê nîşanî însanan dide û di nav xwe de ji bo ji hev veqetandina tiştên rast û xwar delîlên eşkere dihewîne. Naxwe ew kesên ku Meha Remezanê îdrak dikin bila di wê mehê de rojî bigrin…”(Beqera-185)

Pêxemberê me Hz. Muhammed jî di derheqê  Meha Remezanê de wiha dibêje:

“Dema ku Meha Remezanê dest pê dike deriyên Cennetê vedibin, deriyên cehennemê tên girtin û şeytan jî tên zincîrkirin.”(Muslîm )

“Ger kesekî/ê bi rojî dev ji derew û karên derewan bernede  tu pêdiviya Xweda bi birçîbûn û tîbûna wan kesan tuneye.”(Buharî)

“Rojî bigrin.  Bêşibhe rojî li hember agirê cehennemê û li hember  musîbet û neqenciyên dinyayê mertal e.”(Camî’us Sagîr)(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir