• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Di saleke dawî de 3 hezar 336 penaber di behrê de xeniqîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew  herbên navxweyî, birçîbûn û hişkesalî di serî de li Rojhilatê Navîn, Asya û Afrîkayê û her wiha gelek welatên din dibin  sedem ku bi milyonan însan bibin penaber. Niha li dinyayê 65 milyon însan ji ber van sedeman bûne penaber.

ÎMKAN-DERê ku her sal di derheqê bobeletên ku di behran de pêk tên de raportê amade dike îsal jî di derheqê penaberan de raportek amade kir. Li gor raporta 2017an a  ÎMKAN-DERê îsal 3 hezar 336 kesên penaber di behrê de xeniqîn. Digel ev rêje nîşan bide li gor salên borî hejmera penaberên ku di behrê de jiyana xwe ji dest dane kêm bûbûn jî  di ya rastiyê de ev reqem hêj bobelata mezin dide ber çavan.

“Behra Spî û Behra Egeyê bi cesedên zarokên penaberan dagirtiye”

Serokê Giştî yê ÎMKAN-DERê Murat Ozer di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir  ev rêwitiya mirinê ji bo penaberan tenê ne felaketek e bi heman awayî  mişkîleyên gelek mezin li benda wan kesên ku digihîjin Ewrûpayê ne. Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta îro bi dehhezaran penaberên ku bi niyeta gihaştina Ewrûpayê derketin rê di behrê de xeniqîn. Behra Spî û Behra Egeyê bi cesedên zarokên penaberan dagirtiye. Bayên nîjadperestiyê ya ku li Ewrûpayê her roj zêde dibe jî derdikeve pêşiya wan kesên penaber ên ku digihijin Ewrûpayê.”

Ozer di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew Lihevkirina Qebûla Vegerê di nav xwe de çareseriyeke mayînde nahewîne.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir