• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Koçerên kurêwiyên zozanan in bi derd û kul in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koçerên ku di mehên zivistanê de jiyana xwe li heremên germ derbas dikin  û di demsalên bihar û havînê de digel destpêka germahiyan hewil didin ber bi heremên hênîk ve  biçin. Koçerên ku dê koç bikin piştî rêwitiyeke bi zehmet ew ê bigihijin warên xwe û  ew ê li wan mêrg û zozanan  konên xwe deynin  û dê  hewil bidin jiyana xwe bidomînin.

Koçerê bi navê Enver Polat ê ku ji Xarpêtê hatiye û ber bi Kanîreşa Çewligê ve diçe  di derbarê zehmetiyên koçertiyê de diyar kir  her roja ku derbas dibe karê koçertiyê û ajaldariyê bi zehmettir dibe û divê dewlet destekê bide wan.

Polat di berdewama axavtina xwe de diyar kir weke ku hûn jî dibînin me heywanên xwe bi qamyonan anî vê derê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em heta tên vê derê  serê seferê qamyonekê hezar lîre didin wan. Sala borî min din 25ê Îlonê de Zozana Mêrgmîr bi 23 hezar TLyan bi kirê kir. Ji ber ku wek herema qedexekirî hat îlankirin em nikaribûn biçin wê derê.  Heqê wê zozana ku me wê bi kirê kiribû jî nedan me. Gelek mişkîleyên me hene. Ev bû zozana dehemîn ku ez  wê bi kirê dikim, lê her car wek herema qedexekirî tê îlankirin. Ger wiha berdewam bike ew ê dawî li ajaldariyê bê. Ji ber mişkîleyan em nikarin heywanan  xwedî bikin. Ger wiha be em dev ji ajaldariyê berdin. Her ku diçe şert û merc giran dibe û mesref zêde dibin û tiştek ji me re namîne. Ji ber terorê em nikarin zozanên li gor dilê xwe. Em ji dewletê teleb dikin bila di warê mêrg û zozanan de ji me re bibin alîkar.”

Polat di dawiya xwe de diyar kir ew piştî rêwitiya bi qasî mehekê digihijin vê derê û wiha got: “ Heta ku em digihijin vê derê  em li rasta gelek mişkîleyan tên.”

“Karê heywanan kareke bi zehmet e, lê kareke helal û dirist e”

Kesên bi navê Ahmet Uçucuk û A. Riza Taşkinê ku karê ajaldariyê dikin jî di derbarê mijarê de wek Polat gazin û giliyên xwe di warê kirina koçertiyê de kirin û wiha gotin: “  Ji ber ku desteke baş ji ajaldariyê re nayê dayîn, dikeve asta xelasbûnê, ji bo xwediyên heywanan rihet bikin divê dewlet ji wan re bibe alîkar, karê heywanan kareke bi zehmet e, lê kareke helal û dirist e.”

“Karê ajaldariyê kareke pir zehmet e”

Kesê bi navê Mehmet Karaobayê ku karê neqliyeya heywanan dike jî diyar kir ew gelek baş dizane kesên ku heywanan xwedî dikin bi çi awayî zehmetiyê dikşînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Koçer derdikevin rê gundî mişkîle derdixin, diçin zozanan her der tên qedexekirin. Karê ajaldariyê kareke pir zehmet e. Divê dewlet vê yekê zanibe û ji wan re bibe alîkar.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir