Dayika dilbikul xebera mirina lawê xwe stand
Hat hînbûn Alî Karaşîna ku lawê Yuksel Karaşîn e û berî vê çendakî ji teref PKK ve hatibû revandin serê çiyê li Dêrsimê hat kuştin.
Ji dayikên ku lawê wan ji teref PKKê ve hatibûn revandin û di sala 2014an ji ber vê yekê li ber devê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê xwepêşan lidarxistibûn dayikek jî Yuksel Karaşîn bû. Yuksel Karaşîna ku lawê wê ji teref PKKê ve hatibû revandin destnîşan kiribû ku lawê wê ji teref PKKê ve hatiye revandin û wî birine li serê çiyan.
Dayika Yuksel di derbarê mijarê de diyar kir lawê wê 17 salî bû û rojekê ji mal derket û ji wê rojê ve qet xeber jê nehat standin. Yuksel diyar kir piştî 3 salan xebera mirina lawê wê jê re hatiye dayîn.
Di operasyonên ku di navbera 27-29ên Nîsanê de li Dêrsimê hatin kirin de tev de 16 PKKyî hatibûn kuştin û dû re hatibû hînbûn ku ji van kesên ku hatine kuştin kesek jî Alî Karaşîn e.
Her weke ku dê bê bîran Yuksel Karaşîna ku ji bo lawê xwe yê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin li ber şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakiya rûniştê li dar xistibû û gotibû “ Bila ji bo riza Xwedê kurê min ji min re bînin, ez lawayî dikim, ev bû çend roj ku najîm.”
Dayik Karaşîn di derbarê mijarê de diyar kiribû Alî got ‘Dayê ez herim derekê û ez ê werin’ lê cardin nehat. Dayik dû re wiha gotibû “ Aliyê min ê 17 salî revandin. Ez çûm şaredariyê, nêzî 5 seatan ez li wê derê mam, lê belê tu kes bi min re eleqedar nebû. Ji rexekî ve digotin aştî heye û ji rexê din ve jî zarokan direvandin serê çiyê. Zarokên wan kesên ku zarokan direvînin serê çiyan qey tuneye? Gelo qezaba wan jî naşewite? Lawekî min hebû û wî jî birin. Ger ew ê karibin îdare bikin, bila werin lawê xwe bidin min, ez heftiyekê zarokên wan weşerim. Ka em binêrin ew ê karibin îdare bikin.”(ÎLKHA)