HUDA PAR: Xelkê Kurd teleb dike mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin
Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de hat destnîşankirin xelkê Kurd teleb dike ku mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin.
Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derheqê qetlîama Baqewsa ku tê de 16 kes hatin qetilkirin, cînayetên sîyonîstên îşxalker û di derheqê îstîsmarên zarokên penabera de nirxandinên balkêş hat kirin.
“Xelkê Kurd teleb dike mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin”
Di nirxandina ku di derheqê salvegera Qetlîama Baqewsê de wiha hat gotin: “ Di 12ê Îlona sala 2012an de ji ber ku ji teref PKKê ve li gundika Baqewsa Diyarbekirê qamyona bombebarkirî hatibû înfîlakkirin û di netîcê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes birîndar bûbûn. Ew PKKya ku ji roja ku derketiye ve ji rijandina hêstir û xwînê pê ve tu tiştî nedaye Kurdan li ber bi rêya siyasî ya çareserkirina mişkîleyan û li ber telebên meşrû yên Kurdan astenga herî mezin e. Xelkê Kurd êdî îtîbarî vê rêxistinê nake û dixwaze ku mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin
“Rûmeta herî mezin a ku dê ji xatiraya wan însanên masûm ên ku jiyana xwe ji dest dane re bê nîşandan demildest di qada sîyasî de çareserkirina vê meselê ye”
Di berdewama nirxandinê de ji malbatên kesên ku di qetlîam Baqewsê de jiyana xwe ji dest dane re sabir hat telebkirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Rûmeta herî mezin a ku dê ji xatiraya wan însanên masûm ên ku jiyana xwe ji dest dane re bê nîşandan demildest di qada sîyasî de çareserkirina vê meselê ye ku ew ê digel vê yekê ev yek ji îstîsmara mîhraqên derve bê xelaskirin. Em bi vê wesîlê ji Xweda Teala ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji bo malbatên wan jî sebra cemîl teleb dikin.”
“Temamê geşedanên ku li herema me pêk tên ji planên şeytanî yên rejîma sîyonîst ne xweser in”
Di berdewama daxuyaniyê de di derheqê cinayetên îsraîlê siyonîst û di derheqê zarokên penaberan de wiha hat gotin: “ Xeteya herî wehîm a welatên Îslamê ehemiyetê nadin planên rejîma sîyonîst. Temamê geşedanên ku li herema me pêk tên ji planên şeytanî yên rejîma sîyonîst ne xweser in. Ji ber vê yekê em bang li temamê Mislimanan dikin da ku li dora Mescîda Eqsa û Qûdsa Şerîf li hev bicivin. Her wiha hejmera zarokên penaberan ên ku dikevin tora fuhuş, tiryak û mafya organan bi sedhezaran tê îfadekirin. Em bang li hemû kesî dikin, bila hemû kes derfetên di destên xwe de bikar bînin da ku vê agirê ku pêketiye bitefe.”(ÎLKHA)