Hikûmeta Hindistanê ji bo Zakîr Naîk bultena sor teleb kir
Hikûmeta Hindistanêji bo girtina Zakîr Naîkê Damezrînerê Weqfa Lêkolînên Îslamê serî li Teşkîlata Polêsa Navneteweyî da.
Hat ragihandin Hikûmeta Hindistanê ji bo girtina Zakîr Naîkê ku Damezrînerê Weqfa Lêkolînên Îslamê ye û bi xebatên xwe yên Îslamî û helwesta xwe ya li dijî tundiyê tê naskirin serî li ÎNTERPOLa Teşkîlata Polêsa Navneteweyî da.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Hindistanê de derketine Ajansa Lêkolîna Neteweyî ya Hînd ji ÎNTERPOLê ji ber destekdayîna malî ya ji terorê re û bi îddîaya pereyên reş di derheqê Naîk de derxsitina bultena sor teleb kir.
Ger teleb bê qebûlkirin dê Naîk têkeve statuya ‘qeçaxên navneteweyî’ û ew ê li cihê ku bê dîtin dê bê binçavkirin.(ÎLKHA)