Serokkomar Erdogan çû Amerîkayê
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku bernameya wî ya li Çînê xelas bû re çû Amerîkayê.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo bernameya forumê çûbû Çînê piştî ku bername qediya re derbasî Balafirgeha Navneteweyî ya Pekîna Paytextê bû. Erdoganê ku çû Amerîkayê ji teref Balyozê Pekînê yê Tirkiyê Alî Murat Ersoy û Balyozê Enqerê ya Komeraya Xelk ê Çînê Yu Hongyang ve hat oxirkirin.
Hat hînbûn di nav heyeta ku digel Erdogan çû Amerîka de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Enerjiyê Berat Albayrak û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî heye.(ÎLKHA)