• DOLAR 32.498
  • EURO 34.759
  • ALTIN 2488.776
  • ...
 " Ji li we hikimkirina dewlemendiya xwe bitrisin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez ji bo ziyaretinan hat Qonyayê û li wê derê bi karsazan re civînek li dar xist. Gormez di civîna ku li Qonyayê bi karsazan re li dar xist de di derheqê li yekî hikimkirina serwet û mal de axavtinek kir.

Gormez di axavtina xwe de diyar kir  divê  dewlemendî û serwet li mirovan hikim neke da ku mirov ji zikirkirina Xwedê xafil nebe. Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda Teala di Qur’an Kerîm de wiha tarîfa mumin û dewlemendan dike ‘ Danûstandin û ticaret wan kesan ji zikirkirina Xweda, kirina nimêjê û ji dayîna zekatê mahrûm nahêle.’ Em Mislimanên li Tirkiyê  ji her aliyê ve bi mal û milk tên îmtîhankirin. Carinan em dikin îmtîhanê winda bikin. Bêşiphe Xweda muqtedîr e ku temamê malê ku daye bistîne. Divê em tu car li ser xwe ve neçin û sist nebin. Divê em zêdetir bixebitin. Hûn dixebitin, Xweda bereketê bide. Pir bişuxilin  û dewlemend bibin. Ji dewlemendbûne qet netirsin, lê ji tiştekî bitirsin. Ji li qelbên we hikimkirina  dewlemendiyê bitirsin. Ji li we hikimkirina dewlemendiya xwe bitrisin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir