• DOLAR 32.362
  • EURO 35.346
  • ALTIN 2323.061
  • ...
Turbeya Zeynel Beg li cihê xwenû tê bicîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Turbeya Zeynel Beg ê ku xwediyê dîrokeke nêzî 650 salane ye û li Heskîfê ye ji ber bendava Ilisuyê ya ku tê çêkirin di bin avê de bimîne ji cihê xwe kevin hat neqilkirin. Turbeya ku bi pergaleke taybet ji cihê xwê nû re hat neqilkirin niha ew ê bê bicîkirin.

Hat ragihandin  Wezîrê Turîzm û Çandê Nabî Avci û Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglu jî beşdarî bernameya  li Salona Konferansê ya Midûrtiya  Giştî ya Karên Avê ya Dewletê bibin.

Berhema ku hat neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê  hat neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.

Kurtedîroka Turbê

Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve  hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê  Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir