Hejmera bêkaran 676 hezar kes zêde bû
Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Sibata sala 2017an de 676 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 900 hezaran.
Ji teref TUÎKê ve rêjeya bêkariyê ya meha Sibata sala 2017an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar li gor heman meha sala borî di sala 2017an de 676 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 900 hezaran.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 45,3
Di sala 2017an de li gor heman meha sala borî hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 500 hezar zêde bû û hejmar derkete 26 milyon û 952 hezaran. Digel vê zêdebûnê rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 45,3 (ÎLKHA)