• DOLAR 32.502
  • EURO 34.574
  • ALTIN 2496.44
  • ...
Li heremên çolter ên girêdayê Şirnexê xelk bêav ma
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gund û navçeyên girêdayê Şirnexê ji ber deynên ceyranê ji teref DEDAŞê ve ceyrana pompayên avê hatin qutkirin. Ji ber ku ceyrana pompeyên avê hatin qutkirin xelk bêav ma.

Xelkê heremê yê ku bi ÎLKHAyê re têket têkiliyê  destnîşan kirin ceyrana ku tê pompeyên avê yên 84 gundan ji teref DEDEŞê ve hatiye qutkirin.  Xelk diyar kir ew mexdûr in û ji rayedaran alîkarî teleb kirin da ku ev mişkîle bê çareserkirin.

Welatî diyar kirin berî niha di derbarê vê yekê de tu hişyarî ji wan re nehatiye kirin  û  rasterast ceyrana wan hatiye birîn. Welatî ji ber qutkirina ceyranê  destnîşan kirin divê ev mexdûriyeta wan bê çareserkirin.

 Hat ragihandin heman pirsgirêk li Cizîr, Silopî û Hezexê jî heye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir