Xwediyê mîdîbusa ku li Muglayê qeza kir hat girtin
Xwediyê mîdîbusa ku li ser Rêbeja Mugla-Marmarîsê qeza kir hat girtin.
Berî ve çend rojan li ser Rêbeja Mugla-Marmarîsê mîdîbuseke rêwiyan qeza kiribû û gindirîbû şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hatibû de 24 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî giran birîndar bûbûn.
Di derbarê qezaya ku pêk hat de Bulent Ç.yê xwediyê mîdîbusê ji ber sûcê ‘bi qisûr kuştina gelek kesan’ hat girtin.
Di derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)