• DOLAR 32.328
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2301.724
  • ...
SON DAKİKA
Biryara pêwîstekî ya Doza Yasîn Boru hat daxuyandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bûyerên 6-7ê Cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Hasan Dakak, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz Ahmet Dakak ji teref terefarên PKK/HDPê ve bi şikelek hovane hatibûn qetilkirin. Biryara pêwîstekî ya doza ku tê de bersûcên qatil dihatin darizandin hat eşkerekirin.

Di biryara pêwîstekî ya ku ji teref 2emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ve hat daxuyandin de hat destnîşankirin ji 16 bersûcan re ji sûcên ‘bi hovane û bi eziyetê kuştina însanan’ û ‘xerakirina yekîtî û digelheviya dewletê’ her yek ji wan re 5 car cezaya girankirî û 22 sal ceza û ji ji her yekî 2 bersûcan re jî  5 caran cezaya girankirî û 19 sal ceza û  ji 6 zarokên ku tevlî sûcan bûne re jî her yekî wan re 122 sal û 8 meh ceza hatiye dayîn.

Di metna qerarê de hat diyarkirin beriya êrîşên 6-7ê Cotmehê saziyên xwediyê nasnameya Îslamî di serî de ji teref Abdullah Ocalan , birêveberiya Qendîlê, Navenda Giştî yê HDPê û her wiha ji teref rêxistin û saziyên legal – îllegal ve bi hinceta DAIşê hedef hatine nîşandan.

Her weke ku dê bê bîran MYKya HDPê di 6ê Cotmeha 2014an de wiha bang kiribû:

“ Ji MYKya HDPê ji bo temamê xelkê me banga lezgîn: Li Kobanê rewş pir zêde kritîk e. Ji bo êrîşên DAIŞê  û ambargoya AKPê ya li ser Kobanê bê protestokirin em bang li temamê gelê xwe dikin da ku xwe berdin kolanan. Her wiha em dixwazin destekê bidin wan kesên ku derketine kolanan. 

Di êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an de di serî de li Diyarbekirê û her wiha li gelek bajêran teşkîlatên HUDA PARê û her wiha Saziyên Civaka Siwîl hatibûn hedef girtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir