• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg ji hewayê hat qeydkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Turbeya dîrokî ya ku ew ê ji ber bendavê di bin avê de bimîne doh ji bo bê neqilkirin xebat hatibûn temamkirin û îro jî xebatên neqilkirina turbê dest pê kirin ku  ev xebat bi dawî bûn û turbe hat neqilkirin. Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg ji hewayê bi droneyê hat qeydkirin.

Berhema ku hat neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê  hat neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.

Kurtedîroka Turbê

Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve  hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê  Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir