Şeva Beraatê bi dia û zikiran hat îhyakirin
Ji ber minsebeta Qendîla Beraata ku xeberdarê Meha Remezanê di camiyan de bername hatin lidarxistin. Xelk beşdarî van bernameyan bû şevê bi dia û zikiran îhya kir.
Mislimanên ku ji bo şeva xwe ihya bikin berê xwe dabûn Mizgefta Hz. Sileyman û 27 Sehabiyan d derbarê şeva mibarek de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên.Kesên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ev şev bibe wesîleya paqijbûna gunahên ku bi zanebûn û bi nezanîn hatine kirin.
Kesên bi navê Fuat Selvî di derbarê mijarê de diyar kir bila Şeva Beratê ji bo alema Îslamê bibe wesîleya hatine aramî û hizûrê û ew temennî dike ku ew leystikên ku li ser alema Îslamê tên lyestin xera bibin.
Welatiyê bi navê Emrah Kaya jî di derbarê mijarê de wiha got: “Em ji Rebbê xwe teleb dikin ku hizûr were li welêt û alema Îslamê.Bila Misliman nemirin. Xweda rehma li şehîdên bibarîne û em jî efû bike.”
Abdullah Baranê ku diyar kir ew ji bo Mislimanên li Filîstîn, Misir, Sûriye, Afxanîstan û welatên din ên Îslamê diayan dikin û wiha pê de çû: “Lewra di nava zehmetiyan de ne û îxtiyaca wan bi alîkariyê heye. Xweda ji wan re bibe alîkar. Em ê şeva xwe bi dia û zikirê biborînin.”
Kesên bi navê Ahmet Guzelses, Mehmet Ferhad Aydin, Asîye Dursun, Pinar Zarîf û Fatma Kartal jî di derbarê mijarê de diyar kirin bila ev şeva mibarek bibe wesîleya xêran.(ÎLKHA)