Li 16 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku berî vê 3 rojan li 16 gundên ku girêdayê Licê û Hênê ne hatibû îlankirin îro hat rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin qedexeya derketina derve ya ku li gundên bi navê Abali, Bîrlîk, Şenlîk, Ergnkoy, Tuzlakoy, Çeper, Ecemîş, Daralan û Durukoya girêdayê Licê û li gundên Serenkoy, Uzunlar, Yukariturali, Kalaba, Topçular, Akçayurt û Kaledîbiya girêdayê Hênê hatibû îlankirin îro hat rakirin.(ÎLKHA)