Zarokê ku di bin qamyonê de ma jiyana xwe ji dest da
Li Çinara Diyarbekirê zarokê ku di bin qamyonê de ma jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Xanikajêra ku 13 kîlometre ji Çinara Diyarbekirê dûr e zarokê Bîlal Akdag ê 5 salî dema ku kir derbasî wî aliyê rê bibe di bin qamyona aîdî şaredariya mezin de ma. Akdagê ku di bin qamyonê de ma jiyana xwe ji dest da.
Nîştecihên taxê ji qezaya ku pêk hat re bertek nîşan dan û diyar kirin di heman rêyê de her tim qeza pêk tên . Nîştecih ji ber qezayên ku pêk tên xwestin ku serbihureyek bê çêkirin.(ÎLKHA)