• DOLAR 32.564
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2426.092
  • ...
 "Divê em wan bûyerên ku li temamê welatan pêk tên bikin hisabê û li gor wê fetwa bidin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Gormezê ku Serokê Karên Diyanetê di Civîna Saziya Meclîsa Fetwaya Şuraya Îslamê ya Avrasyayê  axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir divê her fetwa li gor şert û mercên welatan bên dayîn.

“Divê em tevahiya bûyerên ku li temamê welatan pêk tên bikin hisabê û li gor wê fetwa bidin”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir li welatên ku lê Misliman hindik dijîn gelek zehmetî û mişkîleyên mezin hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di navbera fetwayên li welatên ku Misliman lê zêde dijîn tên dayîn û fetwayên ku lê Misliman hindik dijîn tên dayîn de ferq heye û ev yek jî dibe sedema mişkîleyan.Halbukî em temamê welatan tekane qebûl dikin û divê em temamê şert û mercên welatan bikin hisabê.  Dema ku fetwaya li alema Îslamê hat dayîn li Asyaya Pasîfîkê ya ku lê Misliman hindik dijîn  hat dayîn   ew ê mişkîle derkevin holê ku divê me em vê yekê bibînin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir