Yapicioglu bi telefonê serxweşî da Gul
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluji ber wefata bavê Abdullah Gulê 11emîn Serokkomar lê geriya û serxweşî dayê.
Berî vê çend rojan bavê Abdullahê Gulê ku 11emîn Serokkomar bû wefat kiribû. Ji ber vê wefatê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu li Abdullah Gul geriya û serxweşî dayê.
Li gor agahdarkirina ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye dayîn Yapicioglu telefonî Abdullah Gul kir ji ber wefata Ahmet Hamdî Gulê bavê wî, jê re serxweşî dayê.
Yapicioglu ji Xweda ji bo merhûm Ahmed Hamdî Gul rehmet û ji malbata Gul re jî sebir teleb kir.(ÎLKHA)