• DOLAR 32.576
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2429.519
  • ...
 "Em bawer dikin ew ê hamleya siyasî ya HAMASê deriyên xêrê vebike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 HUDA PAR di derheqê li Sûriyê îlankririna heremên bi ewlehî, belgeya siyasetê ya nû ya HAMASÊ, berdewamkirina êrîşên ku ji teref sîyonîstan ve li Mislimanan tên kirin û şerên navxweyî yên di nav alema Îslamê de nirxandinan kir.

 “Em temennî dikin ku bêpevçûnî belavî temamê Sûriyê bibe”

Di nirxandina ku hat belavkirin de hat diyarkirin  ew gava li Sûriyê ya ‘heremên bi ewlehî yên bêpevçûn’ erênî tê dîtin û wiha hat gotin: “ Di hevdîtinên tûra 4emîn ên ku di dîrokên 3-4ê Gulanê de li Astanaya paytexta Kazakîstanê di nevbera Tirkiye, Rûsya û Îranê hat kirin de  qerar hat dayîn ku li Sûriyê 4 heram wek ‘heremên bi ewlehî yên bêpevçûn’ bên îlankirin. Em vê qerara ku hatiye dayîn erênî dibînin. Her stîla avê ya ku ew ê li agirê ku li Sûriyê ev 6 sal e pêdikeve bê rijandin bi qedr û qiymet e. Em temennî dikin ku bêpevçûnî belavî temamê Sûriyê bibe.”

 “Ji nû ve tesîskirina aştiyê pê ve tu çare tuneye”

Di berdewama nirxandinê de bal hatin kişandin li ser wê şerê Sûriyê ya ku bûye sedema belavbûna yekîtî û digelheviyê û bûye sedema tahrîbkirina nirxên medeniyetê û dû re wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “ Şerek çi qas dirêj berdewam dike bila berdewam bike  li dora masayekê civînê û ji nû ve tesîskirina aştiyê pê ve tu çare tuneye. Eşkere ye ku şerê Sûriyê çawa bûye sedema belavbûna yekîtî û digelheviyê û bûye sedema tahrîbkirina nirxên medeniyetê. Divê dev ji wan polîtîkayên  ku xelkê ji hev re dikin neyar  û berê wan didin nava şer bê berdan. Ji nû ve tesîskirina di nav aştiyê de dorhela pêkve jiyanê erka herî girîng  a hemû kesî ye.”

 “Ew cîhada pîroz a ku heta îro HAMASê domandiye hêjayî pesndayînê û li ser temamê teqdîran e”

Di berdewama daxuyaniyê de di derheqê belgeya siyaseta nû ya HAMASê û di derheqê Îsmaîl Heniyyeyê ku ji Serokatiya Buroya Siyasî ya hareketê re hat hilbijartin de wiha hat gotin: “ HAMASê ev çendîn sal e ku li ser navê Ummetê li dijî  rejîma terorê re mucadele dike  belgeyeke nû ya siyasetê ya ku 42 madeyan pêk tê weşand. Ew cîhada pîroz a ku heta îro HAMASê domandiye hêjayî pesndayînê û li ser temamê teqdîran e. Em li wê mucadeleya li dijî sîyonîzma ku li ber aştiya dinyayê asteng e û  xwediyê zihniyeta ku kesên  ne cihû ne wek kole/xîzmetkar dibîne musbet dibînin û em wê mucadelê teqdîr dikin. Wê  mucadeleya însanî û Îslamî ya HAMASê ya ku ji bo azadkirina Mescîda Eqsayê û Qûdusa Şerîf tê kirin  me wê teqdîr kir.”

 “Em bawer dikin ew ê hamleya siyasî ya HAMASê deriyên xêrê vebike”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber şertên û mercên ku HAMAS di nav de ye hamleyeke nû ya siyasî hatiye kirin ku ew ji ber vê hamlê şermezakirinên ku ji bo HAMASê tên kirin rast nabînin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Hamleya siyasî ya HAMASa ku cardin hedefa xwe ya azadkirina Fîlîstînê teyîd kiriye dê deriyên xêrê vebike. Her wiha em Îsmaîl Heniyyeyê ku ji Serokatiya Buroya Siyasî re hat hilbijartin tebrîk dikin. Em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku ev guherîn ji  Fîlîstîn û Ummetê bibe wesîleya xêran.”

 “Qatilên îşxalker ên siyonîst ên ku ji tevlîheviya navxweyî sûdê werdigrin  hêj jî bi şikleke hovane Fîlîstîniyan tê qetilkirin”

Di berdewama daxuyaniyê de qala rewşa neyînî ya ku ummeta Îslamê di nav de ye hat kirin û wiha hişyarî hat kirin. “ Di wexteke ku tê de emperyalîzma dinyayê erdnigariya talan dike û dişewitîne de   her deng û rengê ummetê ji her wextî zêdetir ji yekîtî û digelheviyê re muxtac e. Kesên ku hatin îşxalkirin temamê erdnigariya ummetê ye û kesên ku hurmetên wan hatine binpêkirin temamê Mislimanan e. Li wê Behra Spî ya ku bûye goristana penaberan  di van sê rojên dawî de  hejmera kesên ku xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 400î. Qatilên îşxalker ên siyonîst ên ku ji tevlîheviya navxweyî sûdê werdigrin  hêj jî bi şikleke hovane Fîlîstîniyan tê qetilkirin.”

 “ Digel temamê êş û elaman û digel dabeşîbûn û temamê tiştên ku qewimîne yekbûn û yekîtiya Dinyaya Îslamê ye”

Di dawiya nirxandina ku hat belavkirin de bang li temamê Muslumanan hat kirin da ku  di vê heyama ku tê de wehdeta ummeta Îslamê ferza herî mezin e  vê ferziyetê bînin cih û wiha hat gotin: “ Di heyameke wisa de ew pevçûnên ku di sînora Efxanistan û Pakistanê de diqewimin û gefxwarina hev dû ya Îran û Erebîstana Siûd   Alema Îslamê mehzûn û dijminên Îslamê jî kêfxweş dike. Li Qûdusê Fatima Hacîciya 16 salî ji teref hovên sîyonîst ve ji mesefayeke nêz ve bi dehan berikan hat qetilkirin ku çavkaniya  vê qustaxî û bêperwatiyê  tevlîheviya navxweyî û bi hev re mijûlbûna Alema Îslamê ye. Çareya vê halê bi êş û elem digel temamê êş û elaman û digel dabeşîbûn û temamê tiştên ku qewimîne yekbûn û yekîtiya welatên Îslamê ye. Hemû tewr û helwestên ku dê di vê çarçovê de bên nîşandan ji bo erdigariya me qewirandina emperyalîzm û siyonîzma nîjadperest  gaveke mezin e da ku rehmet û înayeta Xweda bê celbkirin. Em wek HUDA PARê cardin bang li temamê ferd û cemiyetên Misliman û welatên Îslamî dikin da ku vê ferza herî mezin  bînîn cî.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir