• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Wezîr Soylu li Silopiyê malbata ku 2 zarokên wan mirin ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Soylu di dema ziyaretê de di derbarê bûyera ku tê de 2 zarok ji ber panzêra ku ketibû malê jiyana xwe ji dest dabûn de diyar kir ‘ Ji polêsan yek hat girtin û di derheqê yê din de jî lêpirsîn berdewam dike.”

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Silopiya Şirnexê panzêra polêsan êvarî li malekê qelibî û dîwara malê di ser 2 zarokên ku di mala xwe de radizan de ketibû û her 2 zarokên ku birayên hev bûn jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezîr Karên Hundir Suleyman Soylu digel Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Selamî Altiok, Waliyê ŞZirnexê Îhsan Su û bi çend kesan  malbata van zarokên ku jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir. Di dema ziyaretê de di derbarê bûyera ku tê de 2 zarok ji ber panzêra ku ketibû malê jiyana xwe ji dest dabûn de diyar kir ‘ Ji polêsan yek hat girtin û di derheqê yê din de jî lêpirsîn berdewam dike.”

Soylu di dema ziyaretê de axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “ Ez bawer dikim ku dê Muhammed û Furqan me li cennetê pêşîwaz bikin. Hema piştî bûyerê lêpirsîn dest pê kirin û hêj berdewam dikin. Serdozgeriya me jî di derheqê bûyerê de tehqîqeta pêwîst dike. Me jî li Silopiyê vê malbata xwe ya bi êş û elem ziyaret kir. Xweda cardin êşên wiha bi me nede kişandin. Yek ji polêsan hatiye girtin û di derheqê yê din jî lêpirsîn berdewam dike. Dê, bav û bapîrê zarokan heqîqeten sabir kirin. Ji wextê ku em  hatine vê derê dîsa heman sebr û qerarê nîşan dan. Îro me di malên xwe de qebûl kirin. Em dixwazin bila zanibin ku em li ba wan in.”

Salîh Yildirimê bapîrê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ye ji Soylu re teşekur kir û wiha got: “  Birêz wezîrê hûn heta vir hatin û wê şeref da me. Ji destpêka bûyerê heta biha walî, qeymeqam û midûrê me yê ewlehiyê me tenê nehiştin. Beşdarî taziyeya me bûn û di dema definkirinê de jî li ba me bûn. Xweda ji tevan razî be.”

Bav Mesût Yildirim jî ji ber ziyareta ku hatiye kirin spasiyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir