• DOLAR 32.83
  • EURO 35.458
  • ALTIN 2520.938
  • ...
Beriya ziyareta Erdogan kesayetên girîng çûn DYAyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bi hevmeqamê xwe yê DYAyî re li Washîngtonê û Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin jî li Qesra Spî hevdîtinan dikin.

Hevdîtina Bozdag û Sessîons li Washîngtonê nêzî 45 deqiqeyan berdewam kir. Mesela sereke ya hevdîtinê îadekirina Fethullah Gulenê ku plankerê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bû.

Di hevdîtina ku li Qesra Edaletê hat kirin de Bozdag ji hevmeqamê xwe teleb kir ew dosyayên ku ji bo îadekirina Fethullah Gulen hatine şandin teslîmî mahkemê bên kirin. Her wiha hat diyarkirin di hevdîtinê de qala Reza Zarrabê ku ev 13 meh e li DYAyê hatiye girtin nehatiye kirin.

Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin jî li Qesra Spî  bi heyeta DYAyê ya ku di serokatiya Şewirmendê Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Qesra Spî Korgeneral Herbert Raymond McMaster re  hevdîtin kirin.

Her wiha Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de qala ziyareta ku dê Erdogan li Amerîka bike û mijarên wek geşedaniyên li Sûriyê ûpêvajoya Astanayê hat kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir