Merkel: Em ê destûr nedin welatiyên Tirkiyê ji bo dengdayîna îdamê deng bavêjin
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkeldestnîşan kirli welatê wê dê destûr neyê dayîn da kuwelatiyên Tirkiyê ji bo dengdayîna îdamê deng bavêjin.
Merkela ku di hilbijartinên Îlonê de dixwaze çaremîn carî wezîfeya xwe ya Serokwezîrtiyê bike destnîşan kir Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji 15ê Tîrmeha teşebûsa darbê vir ve hêza xwe zêdetir kiriye û divê digel vê yekê ji Ewrûpayê dûr nekeve. Merkel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê destûr nedin welatiyên Tirkiyê ji bo dengdayîna îdamê deng bavêjin.”
Merkel di daxuyaniya ku da WDR TVyê de di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Em ji ser îxtîmalan bersiva pirsan nadin. Encax mixabin ji ber ku îro ev mijar li Tirkiyê tê axavtin ne xewn û xayaleke . Li ser axên Almanyayê di warê cezaya îdamê û mijarên din de em ê destûr nedin.”(ÎLKHA)