• DOLAR 32.522
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2421
  • ...
Rêwiyên mexdûr ji fîrmaya balafirê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêwiyên ku ji Balafirgeha GAPa Rihayê diçûn Balafirgeha Sabîha Gokçena Stenbolê destnîşan kirin ew 10 seatan bi derengî gihaştine Stenbolê û ji rewşê re bertek nîşan dan.

“Rayedar nayên dîtin”

Bahrî Bayrakusanê ku ji rêwiyên ku ji terf fîrmayê ve hatine mexdûrkirin e destnîşan kir ew heqên xwe dixwazin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku 5 seat ji ser wextê rabûna balafirê derbas bûn re divê vegirtina qûnaxê ji teref fîrmayê ve bên tedarikkirin, lê fîrma digel ku 10 seat ji ser wextê rabûnê derbas bûbûn jî vê yekê tedarik nekiriye. Ez li vê derê mexdûr im û rayedara bi me re eleqedar nabin. Ji em re dibêjin dema ku hûn çû Stenbolê ew ê rayedar agahiyê bidin we.”

Cevdet Şukurê ku bi seatan li balafirgehê hatiye sekinandin diyar kir  ew xwestiye ku bi otobusê biçe lê ji ber ku pere li ser tunebû nikaribû biçe. Şukur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em biletên çûyîn û hatine stand. Em ji seat 12.30an ve li vê derê  ne. Rahiştin walezên me û ji me re gotin ku em ê bi rê kevin, lê dû re gotin ku sefer taloqî 17.00an hatiye kirin. Dû re jî taloqî 22.00an kirin.”

 “Rayedarek nehat û negot ka li vê derê çi dibe”

Hasan Çobanê ku ji rêwiyên mexdûrkiri ye jî di derbarê mijarê de diyar kir dibe ku balafir rotar bike lê rotora 10 seatan ne ya qebûlkirinê ye. Çoban dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di seat 12.30aqn de hatim vê derê niha seat 21.10 deqîqe ye. Dibe ku balafir rotarê bike û dibe ku tiştek din biqewime. Lê nêzî 8 seatan sekinîn zehmet e. Pegasus nêzî 180 rêwiyan li vê derê gelek zêde mexdûr kir. Çay û lahmacûnê didin me dibêjin mêze kin em îkramê ji we re dikin. Ji wan we re qey em ê wan nedin mehkemê. Ez dibêjim tiştê pêwîst e bikim. Rayedarek nehat û negot ka li vê derê çi dibe û nahêlin tiştên ku heqê me ye jî em bikin.”

Kesê bi anvê Celal Yuksekyayla jî diyar kir ew ji bo nexweşê xwe randevû standiye û ger nexweşê wî tunebana ew ê biletê betal kiribana.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir