Li Stenbolê operasyona PKKê: 10 binçavî
Di operasyonên ku li Stenbolê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 10 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Li Stenbolê ji bo xebatên PKKê bên deşîfre û astengkirin di ser hinek malan de hat girtin. Di serdegirtinên ku hatin kirin de ji 17 kesên ku di derheqê wan de qerara binçaviyê hebûn 10 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonan de dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.(ÎLKHA)