Çek û muhîmata aîdî PKKê hat bidestxistin
Li Silopiya Şirnexê di bergeha operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de çek û muhîmata aîdî PKKê ye hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Şirnexê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku li dijî PKKê li taxên Başak û Ofîsa Silopiyê hatin lidarxistin de kanasek, 4 keleşkof, 24 şarjorên keleşkofê, 20 heb serikê roketan, 20 heb fîşekên sewkê yên roketan û 15 hezar berik hatin bidestxistin.(ÎLKHA)