• DOLAR 32.372
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.31
  • ...
 " Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatoriya Stenbolê yê Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi hezaran kesên ku ji nava welêt û derveyî welêt hatibûn bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat lidarxistin. Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê nirxandinan kir.

Yildirim di nirxandina ku kir de destnîşan kir nimûneyeke xweşik a bernameyên Wîladeta Pîroz a ku Selahaddînê Eyyubî dabû destpêkirin  em li Stenbolê dibînin û wiha got: “Di ya rastiyê de ev yek tezahura Hezkirina Muhammedî ya  Resûlê Xwedê ye.”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir tertîpkirina vê bernamê ne bîdat e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev însan jî ji bo bîdatekê derxînin nehatin vê derê. Tiştek tenê li vê derê heye; bi Resûlullah re nûkirina peymanê ye ango bîatkirin e. Lewra bi qasî ku em bîata xwe bû bikin em dikarin di riya doza Wî de bin. Her wiha em ew qas jî dikarin xîret bikin û ji bo doza wî mucadele bikin.”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew hezkirina ku berî niha li Diyarbekirê dest pê kir niha li Stenbolê jî gihaştiye heman astê. Yildrim dû re wiha got: “ Ez bawer dikim ku ew ev yek belavî gelek deran bibe. Ez dişema borî li Hamburga Almanyayê bûm, heman hezkirin li wê derê jî hebû.  Em nimûneyeke xweşik a bernameyên Wîaldeta Pîroz a ku Selahaddînê Eyyubî dabû destpêkirin da ku ummetê ihya bike li vê derê dibînin.”

Yildirim di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ê ev bername bibin wesîle cardin ummet were ba hev û bibe xwediyê izzeta ku hatiye windakirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir