• DOLAR 32.558
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2422.833
  • ...
 "Ji bo tedawiya zarokeke xwe hatibûn 3 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 3 zarokên malbata Azad-Nûra û zarokekî naskiriya wan ên ku hewil didan li Gundê Samanliya bajaroka Derecîka Şemzînanê derbasî Tirkiyê bibin di Çemê Hacibeyê de xeniqîn.

Hat ragihandin malbata Azad Sileyman û Nûra Yûsif ji bo tedawiya çavê qîza xwe hewil dan digel 3 zarokên xwe û zarokekî naskiriya wan derbasî Tirkiyê bibin. Lê dema ku malbat xwest derbasî Tirkiyê bibe  3 zarokên malbatê yên bi navê Agîd, Rojda û Arsîn û zaroka bi navê Elend Evdirrehman a ku naskiriya wan bû  di li Şemzînana Colemêrgê di Çemê Hacibeyê de xeniqîn.

Zarokên ku xeniqîn ji bo li Dirbesiya Sûriyê bên definkirin birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Zarokên malbata ku ji ber mudaxeleya eskeran vegeriyan ber avê re çûn

Dê û bavê zarokên ku xeniqîn di derbarê bûyerê de destnîşan kirin piştî ku ew Çemê Hacibeyê derbas kirin re eskeran mudaxeleyî wan kirine û dema ku ew cardin hewil dane vegerin zarokên wan di Çemê Hacibeyê de ber avê re çûne.

Dê Nûra Yûsifa ku li ber mirîxanê bi hawara qala qewimîna bûyerê dikir diyar kir piştî ku ew digel zarokên xwe çemê derbas kirine esker zextan li wan kirine da parepaş vegerin û ji ber vê yekê dema ku hewil dan çemê derbas bikin zarokên wan û ya naskiriya wan di çemê de xeniqîne. Dê Nûra hetta diyar kir eskerek zarokekî wî dehf daye çemê.”

“Esker  nehiştiye ku sînor derbas bikin”

Avdilezîz Biroyê ku naskiriyê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Dema ku zarok derbasî Tirkiyê bûne eskeran wan vegerandine û destûr nedane wan û ji wan re gotine yan hûn ê vegerin an jî em ê we bikujin. Ew jî ji tirsan vegeriyane. Bav dinêre zarokekî wî ber avê re diçe wan her du zarokên xwe dideyne dereke û dfiçe hawara ya din ve. Hea vedigere her du zarokên din jî ber avê  re diçin. Bav digel qîza xwe ber bi avê re diçe û dema ku li latê diqelibe qîza wî ji destê wî diekve û ew jî ber avê re diçe.”

 “Ji bo tedawiya zarokekê hatin 3 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan”

Biro di berdewama axavtina xwe de diyar kir  malbat ji bo tedawiya qîza xwe biçûk hewil dida were Tirkiyê û ew ê piştî tedawiyê cardin vegeriyabana. Biro dû re wiha got: “Ji bo tedawiya zarokekê hatin 3 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Ma em çi bikin qadera wan wisa ye.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir