Bernameya Wîladeta Pîroz a li Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
Bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Yenîkapiya Stenbolê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.
Li Yenîkapiya Stenbolê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ tê li darxistin. Zêc û zarok, jin û mêr, ciwan û pîr gelek Stenbolî beşdarî bernameya ku tê lidarxistin bûn.
Ji teref Koordînatoriya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve ji bo xelkê ku Evîndarên Pêxember e ber bi qada bernamê ve bê veguhastin ji herama Anatolî ji 29 xalên 10 navçeyan û ji herama Ewrûpayê jî ji 82 xalên 18 navçeyan wesayîtên serwîsê yên bêheq tê rakirin.
Ji ber bernameya Wîladeta Pîroz a ku tê tertîpkirin polêsan gelek tedbîr standin û her wiha hat dîtin platform him li nava qadê û him jî li derveyî qadê bi girseyeke qelebalix koordînasyon tê kirin.
Bername ji teref gelek endamên çapemeniyê yên ji nava welêt û derveyî welêt tê taqîbkirin û her wiha bername bi zindî ji Rehber TVyê tê weşandin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, arîkarên Serokê Giştî, temsîlkarên partiyên siyasî, rayedarên STKyan, alim, ronakbîr, nivîskar, rîspî û gelek kesên din jî îştîraqî bernamê kirine.
Her wiha hat ragihandin ji Kurdistana Îran, Iraq, Sûrî û ji welatên bi navê Lubnan, Misir, Urdunê alim, rîspî û endamên partiyên siyasî beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bûn. (ÎLKHA)