• DOLAR 32.604
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2332.611
  • ...
Tiştên ku di mala gumanbarê FETO de derket gel ecêbmayî hêşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsîna FETO de li Mêrdînê operasyon hat lidarxistin. Di encama lêgerînê de amûrên cûr bi cûr ên aîdê PKK, DAÎŞ û FETO hatin bidestxistin.

Di bergeha lêpirsîna FETO ku ji teref Serdozgeriya Komara Mêrdînê ve dihat birêvebirin de biryar hat dayîn ku bersûc S.B. were binçavkirin. Polêsan gumanbar S.B.yê di mala wî de binçav kirin.

Di lêgerîna ku malê hat kirin de 2 keleş, tifingeke nêçîrê, 2 carcûr û 319 berik hatin bidestxistin. Her wiha flamayên PKKê, pirtûkên Abdullah Ocalan, pirtûkên aîdê saziyên FETO/PDYyê, armaya DAÎŞê û gelek pirtûk, telefon, qartên sîmê, hard disk, kartên hafizayê û materyalên dijital hatin bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir