• DOLAR 32.552
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2497.523
  • ...
Li Diyarbekirê di nabeyna 2 malbatan de şer: Miriyek û 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çinara Diyarbekirê li gundê Çinara Meheliya di nabeyna malbatên Kaplan û Çeltîkoglu de bi kêr û çovan pevçûn derket. Di encama şerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2yê wê giran bi tevahî 3 kes pbirîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di derbarê sazkirina avahiyê de di nabeyna 2 malbatan de gengeşeke devkî derket. Dûvre ev gengeşe zivirî şerê. Di encama şerê ku bi kêr û çovan qewimî de Ramazan Çeltîkoglu (37) jiyana xwe ji dest da û Veysî Çeltîkoglu,  Zubeyîr Çeltîkoglu û Vedat Kaplan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa Veysî Çeltîkoglu û Vedat Kaplan xedar e û xaniyê malbata Kaplan jî hatiye şewitandin. (ÎLKHA)  









Bu haberler de ilginizi çekebilir