• DOLAR 32.548
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2430.843
  • ...
Jipêdankirina mankentiyê ya bi qîzikên biçûkre bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan di defîleyeke ku li Zanîngeha Entabê hat tertîpkirin de digel qîzên ciwan ên ku cil û bergên mustehcen li xwe kiribûn mankentî bi qîzikên biçûk dabûn kirin. STKyên li bajêr ji vê rewşa bi qîzikên biçûk re mankentî kirinê re bertek nîşan dan û nerazîbûnên xwe anîn zimên.

“Digel derxistina zaroka bi podyumê nesla dîndar nayê perwedekirin”

Serokê Şaxa Entabê yê Diyanet-Senê Muslum Goral di derbarê mijarê de gotina Serokkomar Erdogan ‘Em ê neslê dîndar perwerde bikin’ di bîran xist û wiha axivî: “ Neslê dîndar bi perwerdekirina zarokên di temanên biçûk û heta emrekê bi dayîna dersên dînî  û bi hînkirina exlaqeke baş û xweş tê perwerdekirin. Ez zen nakim ku digel derxistina zaroka bi podyumê nesla dîndar bê perwedekirin.”

 “Li zanîngeha dewletê kirina tişteke wisa ne rewşeke ku bê qebûlkirin e”

Goral di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel qîzên ciwan ên ku cil û bergên mustehcen li xwe kirine bi zarokên biçûk mankentî kirin tişteke rast nîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku ji çapemeniyê tê dîtin digel qîzên ciwan ên ku cil û bergên mustehcen li xwe kirine bi zarokên biçûk mankentî kirin tişteke rast nîne. Nexasim li zanîngeha dewletê kirina tişteke wisa ne rewşeke ku bê qebûlkirin e. Civata me û xelkê Entabê mutedeyyîn e. Ji ber vê yekê em vê rewşê qebûl  û teswîb nakin.”

Goral di dawiya axavtina xwe de qala bernameyên bi eraq ên ku tên xwestin bên lidarxistin de jî diyar kir eraq di dînê Îslamê de heram e û divê rayedar li dijî vê rewşê tedbîran werbigrin.

“Zarokên me îstîqbalên me ne”

Serokê Rehber-Derê Mustafa Kaya jî destnîşan kir  ew di bernameyeke wisa de bikaranîna zarokan şermezar dikin û wiha axivî: “ Heyf, ev rewş me gelek zêde mehzûn kir. Em komeleyeke perwerdehiyê ne û em bernameyên ku îstîqbaleke bi bawerî ava bikin tertîp dikin. Piştî gotina Serokkomar Erdogan re ‘nesla dîndar’ re nexasim  li ser ciwaniyê xebateke zêde tê kirin.  Mixabin di saziyeke ku diviyabû bûba temsîla meseleya perwerdehiyê ya bajarekî  de bernameyên moda û defîlê tên tertîpkirin û di van de zarokên biçûk tên bikaranîn û tiştên ku hatine amadekirin û ji ser bedenên zarokan tên teşhîrkirin ku ev yek me mehzûn kiriye. Lewra zarokên me îstîqbalên me ne. Em micadele dikin da ku ev zarok bi bawerî mezin bibin û weten û milletê xwe nas bikin.  Em bi şikleke tund di zanîngeh û saziyên mîna wê  de  bikaranîna zarokan  şermezar dikin.”

 “Zarokên biçûk ji van bernameyan re nekin amûr!”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew van cûr bernameyên ku tê de zarok wek amûr tên bikaranîn şermezar dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji vê derê ji bo ev cûr bername neyên tertîpkirin bang li rayedaran dikin. Ji kerema xwe re zarokên biçûk ji van proje û bernameyan re zarokan nekin amûr û wan bi kar neyênin. Bi kirina van bernameyan tazîbûn û destê hev girtina jin û mêran di binêhişên zarokan de tên bicîkirin. Em bi şikleke ciddî li dijî vê yekê ne. Ger zarok di vî emrî de vê çandê  werbigrin di îstîqbalê de vegerandin nesla dîndar a vê neslê pir zehmet e.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir